‘Projeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahiya mirovahiyê ye’

Şêniyên Reqayê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û salvegera destpêkirina êrişan li dijî Serêkaniyê û Girê Spî, derketin xwepêşandanê.

‘Projeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahiya mirovahiyê ye’
‘Projeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahiya mirovahiyê ye’
‘Projeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahiya mirovahiyê ye’
‘Projeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahiya mirovahiyê ye’
‘Projeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahiya mirovahiyê ye’
‘Projeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahiya mirovahiyê ye’
‘Projeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo tevahiya mirovahiyê ye’
9 cotmeh, 2023   12:36

Bi hezaran şêniyên Reqayê, nûnerên saziyên sivîl, leşkerî, rêxistinên jinan, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclisa Sivîl a Reqayê û meclisên gel ên bajêr tev li meşê bûn.

Meşê ji pêşiya Parka El Reşîd heta Çerxerêya El Neîm dewam kir. Li wir, endama Nivîsgeha Kombûna Jinan Şîrîn Xewas axivî û got: “Destpêkê em berxwedana dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê silav dikin û tevahî şehîdan bi bîr tînin. Her wiha em berxwedana Serêkaniyê û Girê Spî silav dikin.”

Şîrîn got heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were dê li qadan bin, têkoşînê bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” mezin bikin.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Xalid Berkel jî axivî û got: “Armanc ji dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, têkbirina vê fikrê ye. Lê belê karwanên azadiyê tev lê bûn û li dora fikrê wî kom bûn, xwedî lê derketin, helwestên mezin di qadên têkoşînê û rûmetê de nîşan dan. Niha jî bi saya fikrên wî, Rêveberiya Xweser li herêmê pêk hat. Giyanê hevbeşiyê, li her derê belav e û bi saya şehîdan me gelek destkeftî bi dest xistin.”

Berkel di dawiyê de got: “Peyama me ji bo cîhanê wiha ye; projeya me li dar e. Projeyeke mirovî ye û ji bo mirovahiyê ye. Tevî plan û komployan em ê ber sûriyeya pirreng, demokratîk û nenavendî ve, têkoşîna xwe bidomînin.”

(şx)

ANHA