Komplo li Helebê hat şermezarkirin

Bi sedan şêniyên Helebê li dijî komploya navneteweyî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan meşiyan.

Komplo li Helebê hat şermezarkirin
Komplo li Helebê hat şermezarkirin
Komplo li Helebê hat şermezarkirin
Komplo li Helebê hat şermezarkirin
Komplo li Helebê hat şermezarkirin
Komplo li Helebê hat şermezarkirin
Komplo li Helebê hat şermezarkirin
Komplo li Helebê hat şermezarkirin
Komplo li Helebê hat şermezarkirin
Komplo li Helebê hat şermezarkirin
Komplo li Helebê hat şermezarkirin
Komplo li Helebê hat şermezarkirin
9 cotmeh, 2023   10:56

Bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê kom bûn û li dijî komploya navneteweyî dest bi meşê kir.

Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û pankertên bi nivîsên “Bi îrade û berxwedanê em ê komploya li dijî Rêber Apo têk bibin” û “Bimire komployên navneteweyî, îxaneta Barzaniyan, Bijî berxwedana Gerîla” hatin bilindkirin û dirûşmeyên “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin hildan.

Meş li Qada Cebenat a li rojhilatê taxê rawestiya û li wir piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin.

Hevserokê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Welat Mamo axivî û bal kişand ser berxwedana Rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê û got: “Rêbertî gelek fedakarî ji bo gel nîşan dan û ji bo azadkirina wan hewl da, dagirkerî û tunekirina nasnameyê ku dewletên kapîtalîst li gelan ferz kiribûn, red kirin. Lewma divê em ranewestin û her li qadên têkoşînê bin. Divê em li ser feraseta Berxwedan Jiyan e ya şehîd Mazlûm Dogan bimeşin.”

Endama Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Zeyneb Hebeş jî behsa komploya 9`ê Cotmehê kir û ev tişt gotin: “Îro salvegera 25`an a destpêkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertî ye, ku bi derketina wî ji Sûriyeyê dest pê kir. Rêbertî 24 salan li Sûriyeyê ma, lê têkoşîn da û xelkê wê perwerde û birêxistin kir. Rêbertî li hember projeyên pergalên desthilatdar, projeya biratiyê û jiyana hevbeş pêşkêş kir.”

Zeyneb bang li gelên azadîxwaz û rêxistinên hiqûqî kir ku li hember komployê helwesteke zelal nîşan bidin û zextê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku tecrîdê bi dawî bike.

Çalakî bi dirûşmeyên mîna “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.

(c)

ANHA