Herêma Firatê jî bi dijwarî hat topbarankirin

Dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî û bi hemû cureyên çekdan ji baregehên xwe naverasta bajarokê Eyn Îsa û gundên nêzî wê tpopbaran kirin.

Herêma Firatê jî bi dijwarî hat topbarankirin
9 cotmeh, 2023   07:52

Dewleta Tirk a dagirker duh bi şev, bi çekên giran û tankan bajarokê Eyn Îsa û gundên din ên Herêma Firatê topbaran kirin.

Di dîmenên ku nûçegihanên ajansa me kişandine de zirarên ku di encama topbaranê de pêk hatine diyar dibin.

Dewleta Tirk a dagirker gundên Xalidiyê, Cideydê û Seyda yên derdora Eyn Îsa, gundên Huriye, Ebd Koy û Salokê yên rojavayê kantona Girê Spî topbaran kirin. Di encamê de zirarên mezin bi malên sivîlan hatin. Lê belê ji ber ku dagirkerî ji baregehên xwe her liv û tevgerekê dike hedef, nûçegihanên me nekarîn dîmenên ziyanên çêbûne bikişînin.

Li kantona Kobanê jî, dewleta Tirk a dagirker ji baregehên xwe gundên Xerbîsan, Cîşan ên rojahilatê Kobanê, gundê Sêlim, Xurxurî û Ziyaretê yên rojavayê Kobanê û li ser sînorên bi Bakurê Kurdistanê re topbaran kirin.

Li asîmanê Kobanê û gundewarê wê û heta navçeya Eyn Îsayê tevgera balafirên şer û yên keşfê heye.

Ji şeva duh heta vê sibê, balafirên şer û dronên biçek ên dewleta Tirk a dagirker 17 caran êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Li gor agahiyan, windahiyên canî jî çêbûn. Her wiha zirarên madî yên mezin li navendên stratejîk û xizmeguzariyê jî pêk hatin.

Ji 4`ê Cotmehê ve dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên bejahî û hawayî li dijî herêmê zêde kirin. Di wan êrişan de, binesaziya herêmê û navendên stratejîk dike hedef.

(şx)

ANHA