Şerê Îsraîl-Hemasê di roja 3`yan de ye

Piştî 50 salan cara yekemîn Til Evîvê rewşa şer îlan kir. Washingtonê jî keştiyên şer û yên frokehilgir şandin rojhilatê Deryayê Spî. Di şerê 3 rojan de ji her du aliyan bi hezaran kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Şerê Îsraîl-Hemasê di roja 3`yan de ye
9 cotmeh, 2023   07:43

Artêşa Îsraîlê li ser hesabê xwe yê X`ê daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku ji dema destpêkirina operasyona Hemasê (7 Cotmeh) ve zêdetirî 700 welatiyên Îsraîlê hatine kuştin, 2 hezar û 150 îsraîlî jî birîndar bûne.

Demeke berê jî baskê leşkerî yê tevgera Hemasê “Tûgayên El Qessam” ragihand ku wan bi moşekan li dijî balafirgeha Ben-Gurion a navneteweyî ya li Til Evîvê û bajarê Esqelan ê başûrê Îsraîlê êriş pêk anîne.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê jî ragihand ku di encama êrişên Îsraîlê yên dijî Xezayê de 413 kes hatine kuştin, 2 hezar û 300 kes jî birîndar bûne.

Til Evîvê duh (8 Cotmeh) diyar kir ku Konseya Siyasî û Ewlehiyê ya Biçûk ragihandina rewşa şerê bi Xezayê re erê kiriye. Hêjayî gotinê ye ku ji şerê 6`ê Cotmeha 1973`yan ve cara yekemîn e ku Îsraîl “rewşa şer” îlan dike.

Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin jî got ku hikumeta DYA`yê dê desteka leşkerî bide hêzên Îsraîlê. Austin anî ziman ku keştiyên frokehilgir yên ji cureya “USS Gerald R Ford” û keştiyên şer ên pê re ber bi rojhilatê Deryayê Spî ve hatine şandin.

(şx/c)