Saziyên hiqûqî, olî û civakî banga girtina qada hewayî kir

Saziyên hiqûqî, olî û civakî êrişên berdewam ên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bi komployekê ji bo valakirina herêmê û koçberkirina şêniyên wê, bi nav kirin. Her wiha bang li qedexekirina qada hewayê ya herêmê kir.

Saziyên hiqûqî, olî û civakî banga girtina qada hewayî kir
Saziyên hiqûqî, olî û civakî banga girtina qada hewayî kir
Saziyên hiqûqî, olî û civakî banga girtina qada hewayî kir
Saziyên hiqûqî, olî û civakî banga girtina qada hewayî kir
Saziyên hiqûqî, olî û civakî banga girtina qada hewayî kir
8 cotmeh, 2023   15:58

Ji bo şermezarkirina êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê, saziyên hiqûqî, olî û civakî yên herêma Firatê, Minbic û Dêrazorê daxuyaniyên cuda dan.

Hevserokê Meclisa Olî ya Herêma Firatê Ebdurehman Şewket daxuyaniya meclisê li pêşiya navenda meclisê ya li Kobanê xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina yekitiya gelan, êriş herêmê dike û ji bo ku tawîzan ji Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixe, fişaran lê zêde dike. Lê ew baş dizane ku çareserî, fikra neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser e.

 “DIVÊ HESAB JI DEWLETA TIRK A DAGIRKER BÊ PIRSÎN”

Endama Navenda Astengdaran a Herêma Firatê Evîn Hec Mehmûd daxuyaniya navendê li pêşiya avahiya wê ya li Kobanê xwend.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hedefgirtina navendên stratejîk li ser jiyana niştecihan gef e û divê ev êriş werin rawestandin û hesab ji dewleta Tirk a dagirker were pirsîn.

“ARMANCA WÊ VALAKIRINA HERÊMÊ YE”

Berdevkê Yekitiya Parêzeran û Meclisa Edaleta Civakî ya Herêma Firatê Mistefa Şêx Muslim daxuyanî xwend û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kiirn û wek binpêkirina mafên mirovan bi nav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi van êrişan, tevahî peymanên navneteweyî, mîsaqê NY`yê ya sala 1945`an a mafên mirovan, peymana navneteweyî ya mafên sivîl û siyasî ya sala 1966`an, lihevkirina navneteweyî ya têkoşîna li dijî sûcên qirkirina nijadî, binpê kirin.

Her wiha bang li rêxistinên hiqûqî, komîteyên NY`yê hat kirin ku erkên xwe bînin cih, fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin ku van êrişan rawestîne û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

“DIVÊ RÊXISTIN BERPIRSYARIYÊN XWE BÎNIN CIH”

Endamê Komîteya Lihevhatinê ya Minbicê bi navê komîteyên lihevhatinê yên bajêr û gundewar daxuyaniyek li pêşiya avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk da.

 Di daxuyaniyê de îşaret pê hat kirin ku êriş bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê û veşandina DAIŞ`ê û împeratoriya osmanî ye.

Her wiha saziyên civaka sivîl ên Dêrazorê dauxyaniyek da ku ji aliyê endamê wê Fadil El Hecî ve li pêşiya avahiya saziyan a li herêma 7 Kîlo hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bang li NY`yê hat kirin ku ji bo parastina gel ji êrişan qada hewayî ya herêmê bigire.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8qvqd3IPWT8?si=jSgc1ic__NHBejDQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JaNzy4hHpio?si=ROaPmVBVmZPaVOFz" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/MehU0B4L-vQ?si=tr5nVtkbSCmesF_C" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe><iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YLmeXuOq9Jw?si=VQwiGAkmQP9HK2p0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>