Ji 151 saziyên hiqûqî û mirov banga "Êrişan rawestînin′′

151 rêxistin û komeleyên mirovî û hiqûqî bi daxuyaniyekê êrişên li ser Sûriyeyê şermezar kirin û xwestin tavilê êriş werin rawestandin.

Ji 151 saziyên hiqûqî û mirov banga "Êrişan rawestînin′′
8 cotmeh, 2023   15:51

Endamên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye, endamên sazî, yekitî û tevgerên sivîl ên li kantona Efrîn û Şehbayê li qada sereke ya kampa Serdemê kom bûn û daxuyaniyek da ku 151 rêxistinên hiqûqî û mirovî îmze kirine. Berdevkê Rêxistinê Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, êrişên Rûsya û hikumeta Şamê yên li ser gundewarên Heleb û Idlibê, her wiha êrişa li dijî fakuleya leşkerî ya li Himsê,  hedefkirina navendên xizmetguzariyê bi tundî hatin şermezarkirin. Hate gotin, ev êriş li dijî rêgezên bingehîn ên qanûnên mirovî yên navneteweyî ye û dighêjin asta sûcên şer.

Di daxuyaniyê de bang li Konseya Ewlekariya hate kirin ku dawîn li êrişan bînin û sivîlan biparêzin.

Di dewama daxuyaniyê de hişyarî hate dayîn ku ev êriş dê aloziya mirovî zêdetir bike û bandorek mezin li niştecihên herêmê bike.

Di daxuyaniyê de bang li van saziyan hatin kirin:

′′Em bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dikin ku ji bo parastina sivîlên li tevahî Sûriyeyê tevilê tedbîrên pêwîst bigirin, ji bo agirbestê xebatên xwe zêde bikin. Em bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestînin û qada hewayî li ber dron û balafirên şer bigirin ku binsaziya herêmê û qadên sivîlan dikin hedef û têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞ′ê lawaz dike.′′

Di daxuyaniyê de bang li ajansên navneteweyî û rêxistinên mirovî hat kirin ku alîkariyên mirovî bidin û stasyon, herêmên ziyan dîtine ji nû ve rast bikin.

Her wiha bang li Komîteya Lêkolînan a Serbixwe ya NY′yê hat kirin ku agahdariyeke taybet têkildarî sûcên bi êrişan re pêk hatine, amade bikin."

)bb)

ANHA