Şamê êrişî Idlibê kir: Gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn

Hêzên hikumeta Şamê bi moşekan êrişeke nû li dijî Idlibê pêk anîn, di encamê de 2 zarok hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Şamê êrişî Idlibê kir: Gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn
8 cotmeh, 2023   09:52

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku vê sibehê hêzên hikumeta Şamê êrişeke nû bi moşekan li dijî Kampa Taxa Camîe (zanîngeh) a li Idlibê pêk anî.

SOHR′ê destnîşan kir ku hêzên hikumeta Şamê bi moşekan bajarokê Sermînê yê Idlibê topbaran kir, di encamê de gelek windahî çêbûn. Li aliyekî din jî hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran Mearte Eliya yê li rojhilatê Idlibê topbaran kir, di heman demê de derdora Kibênê yê Laziqiyê jî hate topbarankirin.

(fr)