Şerê Îsraîl-Hemasê: Kê çawa nirxand?

 Bîlançoya kuştî û birîndarên şerê Îsraîl û Hemasê bilind bû. Piraniya dewletên rojavayî operasyona Hemasê şermezar kir. Rûsyayê û hin dewletên Ereban jî banga nermbûnê li her du aliyan kir.

Şerê Îsraîl-Hemasê: Kê çawa nirxand?
8 cotmeh, 2023   09:18

Bîlançoya kuştiyên ji ber operasyona ku Hemasê duh (7 Cotmeh) dijî bajarokên Îsraîlê dabû destpêkirin, derket zêdetirî 250 kesî, her wiha nêzî hezar û 590 kesên din birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Îsraîlê herî dawî daxuyand ku 985 birîndar rakirine nexweşxaneyan.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê jî ragihand ku di 24 saetên dawîn de ji ber êrişên Îsraîlê 256 kes hatine kuştin, hezar û 788 kes jî birîndar bûne.

Piştî êrişan, Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Spanya û Ukraynayê operasyona Hemasê ya dijî Îsraîlê şermezar kir. Hikumeta Îtalyayê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku “xweparastina li hember êrişa hovane mafê Îsraîlê ye”.

Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell got ku YE`yê êrişên Hemasê şermezar dike û piştevaniya xwe bo Îsraîlê nîşan dide. Rûsya û Tirkiyeyê jî banga nermbûnê li Îsraîlê û hemasê kir. Misirê jî bi daxuyaniyekê li ser encamên şer hişyarî da.

NATO`yê li ser zimanê berdevkê xwe operasyona Hemasê şermezar kir.

Li aliyê din jî Îranê, hikumeta Şamê û Hizbullah a Lubnanê piştgiriya operasyona Hemasê kir.

Îmaratê jî fikarên xwe anîn ziman û daxwaza rawestandina şer û parastina sivîlan kir. Dewleta Qeterê jî metirsiyên xwe li hember rewşa Xezayê nîşan da û banga nermbûn û rawestandina şer li hemû aliyan kir.

Wezareta Karên Derve ya Umanê jî bi daxuyaniyekê bang li Îsraîl û Filistînê kir ku nerm bin û sivîlan biparêzin.

Hikumeta Iraqê jî bi rêya berdevkê xwe Basim El Ewadî helwest nîşan da. Di daxuyaniya El Ewadî de hat gotin, “Operasyonên gelê Filistînê îro pêk tîne encameke xwezayî ya tundiya bi salan e dewleta Îsraîlê ya dagirker li dijî wê dimeşîne ye.”

Kuweytê jî li hember geşedanan metirsiyên xwe nîşan da û Îsraîl wekî berpirsa binpêkirinên dijî gelê Filistînê nîşan da.

(c)