YRA’yê Roja Rojnamevanên Jin pîroz kir

Rêveberiya YRA’yê Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd pîroz kir û şehîdên çapemeniyê bibîr anîn.

YRA’yê Roja Rojnamevanên Jin pîroz kir
7 cotmeh, 2023   14:16

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) bi minasebeta Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyak ku li ser malpera YRA’yê hat weşandin de hat bibîrxistin ku di şoreşa Bakûr û Rojlihatê Suriyeyê de jinan wekî qadên, siyasî, leşkeri û civakî, di qada ragihandinê de jî rolek sereke lîstiye û şoreş ji cîhanê re ragihandiye. 

Di berdewama daxuyaniyê de Roja Rojnamevanên Jin ên Kurd li hemû rojnamevanên jin û karmendên ragihandinê yên li çar parçeyên Kurdistanê hat pîrozkirin û wiha hat domandin: “Bi taybetî em vê rojê li rojnamevanên jin ên li ser şopa Gurbetellî Ersoz a ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kir û li tevahî Kurdistanê bûye mînak dimeşin piroz dikin. Em careke din hemû şehîdên jin ên ragihandina azad û hemû şehîdên azadiyê bibîr tînin.

Bi vê boneyê em êrişên bênavber ên li dijî herêmê û bi taybet ên li dijî xebatkarên ragihandinê yên li çar aliyên welat şermezar dikin. Bi taybet jî êrişa dawî ya li dijî ekîba JIN TV bi tundî şermezar dikin.”