Dewleta dagirker cihê parzûnkirina petrolê û stasyoneke kehrebeyê kirin hedef

Balafirên dewleta Tirk a dagirker cihê parzûnkirina petrolê ya li nêzî stasyona Siwêdiyê û stasyona kehrebeyê ya li Tirbespiyê bombebaran kirin.

Dewleta dagirker cihê parzûnkirina petrolê û stasyoneke kehrebeyê kirin hedef
6 cotmeh, 2023   13:22

Balafirên şer û yên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker hedefgirtina avahiyên stratejîk ên herêma Cizîrê didomînin. Balafirên şer kargeha parzûnkirina petrolê ya li nêzî stasyona Siwêdiyê ya li navçeya Girkê Legê bombebaran kir.  Di heman demê de balafireke bê mirov û bi çek a dewleta  dagirker stasyona kehrebeyê ya li rojhilatê navçeya Tirbespiyê bombebaran kir. Di encamê de agir bi stasyonek ket û ji xizmetê derket.

Li ser kantona Qamişloyê liv û tevgera balafirên şer û yên bê mirov ên bi çek hene.

(şx)