QSD′ê bersiv da: 5 leşkerên dagirker hatin kuştin

QSD′ê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê du çalakî li dar xistin. Di encamê de 5 leşkerên Tirk hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

QSD′ê bersiv da: 5 leşkerên dagirker hatin kuştin
6 cotmeh, 2023   13:13

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker 2 çalakî li dar xistin.

Daxuyanî wiha ye:

′′Hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokratîk di çarçoveya mafên parastina rewa yên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, 2 çalakiyên leşkerî yên bi bandor li dijî baregehên artêşa Tirk a dagirker li dar xist. Hêzên me duh (Pêncşemê) 2 çalakiyên bi bandor li dijî baregehên Bab El Ferec û Ebdulhey yên li herêmên dagirkirî yên li bakurê bajarokê Til Temirê li dar xistin. Di encamê de 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn."

(bb)