​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê 500 moşek li Idlibê barandin

Hêzên hikumeta Şamê di 24 saetên dawîn de bi zêdetirî 500 moşekan derdora Idlibê topbaran kir.

​​​​​​​Hêzên hikumeta Şamê 500 moşek li Idlibê barandin
6 cotmeh, 2023   12:57

Hêzên hikumeta Şamê bi top û moşekan Cisir Şixor, Erîha, Mihembel, Bênîn, Merebelît, Hemboşiyê, Dêr Sinbul, Riwehe, Bara, Nêreb, Afis, Mozre, Sermîn, Merezaf, Mecdeliya û Serce yên Idlibê kirin hedef.

Hêzên hikumeta Şamê di 24 saetên dawîn de zêdetirî 500 moşek avêtine van herêman.

Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê jî Sehil El Xab, Ceftelek Hac Hemod û derdora Zeêniyê ya Cisir Şixûr bombebaran kirin.

Li gorî hesabên medyaya dîjîtal ên çeteyên dewleta Tirk a dagirker, di encama vê bombebaranê de 14 kes hatine kuştin û 64 birîndar bûn ku di nav de jin û zarok jî hene.

(fr)