Polîsên Tirk girtin ser avahiyên HDP’ê yên Îzmîrê

 Polîsên dewelta Tirk a dagirker girtin ser avahiya HDP’ê ya li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê û yên li navçeyên wê.

Polîsên Tirk girtin ser avahiyên HDP’ê yên Îzmîrê
6 cotmeh, 2023   08:47

Li gorî nûçeya ajansa MA`yê, polîsên Tirk li bajarê Îzmîr yê Tirkiyeyê di saetên serê sibehê de bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. 

Polîsan bi ser avahiyên partiyê yên li navçeyên Bûca û Konakê de jî girtin.