Navên şehîdek û birîndarek din ên bombebarana li Tirbespiyê hatin diyarkirin

Navên şehîdek û birîndarekî din ên bombebarana dewleta Tirk a dagirker a dijî navçeya Tirbespiyê hatin diyarkirin.

Navên şehîdek û birîndarek din ên bombebarana li Tirbespiyê hatin diyarkirin
6 cotmeh, 2023   08:41

Welatiyê bi navê Mihemed El Ilêwî (55) ku duh êvarê di encama bombebarana dewleta Tirk a dagirker a dijî navçeya Tirbespiyê de ji serê xwe birîndar bibû, şehîd bû. El Ilêwî dema ku li mala xwe ya li nêzî stasyona petrolê ya bakurê navçeya Tirbespiyê bû, birîndar bibû.

Welatiyê bi navê Samî Nayif Nezal (35) jî ku xebatkarê stasyona Gir Dahol a li başûr rojavayê navçeya Tirbespiyê ye, di bombebarana dewleta Tirk a dagirker a dijî stasyonê de birîndar bû.

Dewleta Tirk a dagirker 29 gund û dever, 5 stasyonên kehrebeyê, 7 cihên petrolê, 2 stasyonên avê, stsasyoneke gazê û bendava Çilaxa bombebaran kirin. Di encamê de 6 welatî şehîd bûn, 12 jî birîndar bûn. Her wiha 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn, 2 din jî birîndar bûn.

(c)

ANHA