Êrîşên dagirkeran îstasyona avê ji xizmetê derxist

Piştî ku santrala ceyranê ya Amûdê di êrîşa balafirên dewleta Tirk a dagirker de ji xizmetê derket, îstasyona avê ya Elok ku ceyran ji vê santralê digirt jî sekinî. Her wiha ceyran û ava Dirbêsiyê jî qut bû.

Êrîşên dagirkeran îstasyona avê ji xizmetê derxist
5 cotmeh, 2023   16:13

Balafirên bêmirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker îro santrala ceyranê ya Amûdê jî bombebaran kiribû û ji xizmetê derketibû. Piştî ku santral hilweşiya, îstasyona avê ya gundê Elok ku ceyranê ji vê santralê digire jî rawestiya. Lewma ava ku diçû bajarê Hesekê jî qut bû.

Santrala li Amûdê her wiha ceyran dida bajarê Dirbêsiyê û bîrên avê yên ku pêdiviya Dirbêsiyê pêşwazî dike. Lê piştê êrîşê ceyran û ava Dirbêsiyê jî qut bû.

Hevserokê Navenda Ceyranê ya Dirbêsiyê Ciwan Ehmed têkildarî mijarê agahî dan ANHA’yê û got ku ji ber êrîşan xetên ceyranê û avê yên bajar qut bûne û ew hewl pêdiviyên gel bi rêbazên cuda pêşwazî bikin. 

(a)

ANHA