​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku endamê wan Salih Ebdulqadir dema erka xwe ya parastina welatiyan pêk dianî, di encama teqîna mayînekê de şehîd bû.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî aşkera kir
4 cotmeh, 2023   08:57

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Bakur û Rojhilatê Sûriyêyê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Salih Ebdulqadir aşkera kir.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Sêşemê (3′yê Cotmehê), endamê me “Salih Ebdulqadir” ê Hêzên Hawariyê di dema ku erka xwe ya parastina welatiyan pêk dianî, di encama teqîna mayînekê ku li nêzîkî Çerxerêya Şehîdan hatibû çandin, gihişt asta şehadetê.

Nav û paşnav: Salih Ebdulqadir

Navê Bav: Şêx

Navê Dayikê: Zerîfe

Cih û Dîroka Tevlêbûnê: Minbic 20.11.2016

Cih û Dîroka Şehadetê: Minbic 3/10/2023

Ji dema ku şehîd “Salih” tev li nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûye, bi cesaret û serbilindî erkê xwe bi cih aniye, ji bo parastina welat û canê welatiyan tişta herî bi nirx feda kir û bi hemû ruhê xwe şer kir û heta şehadetê bi erka xwe rabû."