Tomarkirina di mufadelya giştî ya zanîngehan de bi dawî bû

Tomarkirina xwestekên xwendekaran ji bo mufadeleya giştî ya zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû. Qonaxa hevdîtinan ji bo hin beşan jî wê 3 rojan dewam bike.

Tomarkirina di mufadelya giştî ya zanîngehan de bi dawî bû
3 cotmeh 2023   14:11

Hemahengiya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mufadeleya sala 2023-2024`an a giştî ya fakulte û peymangehên girêdayî her sê zanîngehan (Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha Tebqayê) di 27`ê Îlonê de ragihandibû. Diviyabû 2`yê Cotmehê tomarkirina xwestekên xwendekaran bi dawî bûba, hemahengiyê rojeke din ji bo xwendekaran zêde kir. Tomarkirina mufadeleya giştî îro bi dawî bû.

Sibe qonaxa hevdîtinên ji bo xwendekarên beşê wergerê, mamostetiya refê, rêbaz û teknîkên fêrkirinê (minhac), peymangeha bilind a ragihandinê, fakulteya zanistên siyasî, fakulteya endazyariya avahîsaziya ekolojîk û fakulteya hunera bedew dest pê dikin, di 6`ê mehê bi dawî dibe.

(sb)

ANHA