​​​​​​​Li Efrîna dagirkirî hewldanên belavkirina tundrawiyê

Dewleta Tirk a dagirker bi destê rêxistinên îslama tundraw gelek navend û dibistanên olî li Efrîna dagirkirî vekirine, da ku îdeolojiya îslama tundraw û Îxwan El Muslimîn li herêmê xurt bike.

​​​​​​​Li Efrîna dagirkirî hewldanên belavkirina tundrawiyê
3 cotmeh, 2023   11:16

Dewleta Tirk a dagirker ji dema Efrîn dagir kiriye, gelek rêxistinan bi navê pêşkêşkirina alîkariyan tîne Efrînê. Lê bi piranî rêxistinên îdeolojîk û îslama tundraw li herêmê belav dikin.

Armanca dewleta Tirk a dagirker bi rêya rêxistinên îxwanî, saziyên olî yên tundraw ên girêdayî wê û yên ji hêla Kiwêt û Qeterê ve tên fînansekirin, belavkirina fikra olî ya tundraw li Efrînê ye. Wê yekê bi rêya pêkanîna dewreyên olî li mizgeftan ji zarokan re dikin.

Di vê dawiyê de rêxistina ‘Sîlanî’ ya Pakistanê dibistaneke olî li navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî vekir, da ku îdeolojiya Îxwan El Muslimîn û îslama tundraw tê de bidin xwendin.

Li navçeya Mabetayê jî rêxistina ′Biratiya Bêsînor′ a xwedî paşxaneya îxwanî ragihand ku dewre, panel û semînerên olî li navçeyê li dar dixin, her wiha dewreyên şerîetê ji jinan re bi 4 mehan li dar dixin. Armanca wan jî ew e ku mîsyonerên olperest bigihînin, bi taybet li nav kesên ji Sûriyeyê li herêmên dagirkirî bi cih bûne.

(fr)