Rêveberiya Xweser Mem Celal Talebanî bi bîr anî

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Başûrê Kurdistanê baxek gul danî ser gor serokê berê yê Iraqê û sekreterê giştî yê YNK`ê Celal Talebanî.

Rêveberiya Xweser Mem Celal Talebanî bi bîr anî
Rêveberiya Xweser Mem Celal Talebanî bi bîr anî
Rêveberiya Xweser Mem Celal Talebanî bi bîr anî
Rêveberiya Xweser Mem Celal Talebanî bi bîr anî
Rêveberiya Xweser Mem Celal Talebanî bi bîr anî
3 cotmeh, 2023   11:18

Şandeyeke nûnertiya Rêveberiya Xweser bi serokatiya nûnera Rêveberiya Xweser Evîn Siwêd, endamên Desteya Rêveber a nûnertiyê Fetuhllah Huseynî, Zuheye Al Reşî îro serdana gora serok Celal Talebanî yê li girê Dabaşan ê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê kir.

Şandeyê, gul danîn ser gora Mem Celal Talebanî û sersaxî ji endamên Yekitiya Nîştmanî ya Kurdistanê (YNK) yên pêşwaziya wan kirine, xwest. Her wiha nûnertiyê peyameke sersaxiyê ji rêveberiya YNK`ê re bi vê wesîleyê şand.

Nûnertiyê di peyama xwe de wiha nivisiye: “Em bi rêzdarî Mem Celal bi bîr tînin û di heman demê de teqezî bi pêwîstiya xurtkirina têkiliyan di navbera Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û YNK`ê de dikin, ji ber ku xizmeta berjewendî û destkeftiyên gelê me li her derê dike.”

(şx)