Şehîd Nagîhan Akarsel li Dêrikê hate bibîranîn

Şêniyên Dêrikê endama navenda lêkolîna jineolojiyê Nagîhan Akarsel bi bîr anî û soza şopandina rêya wê dan ta ku hêviyên wê di pêşxistina jineolojiyê de pêk bînin.

Şehîd Nagîhan Akarsel li Dêrikê hate bibîranîn
Şehîd Nagîhan Akarsel li Dêrikê hate bibîranîn
Şehîd Nagîhan Akarsel li Dêrikê hate bibîranîn
Şehîd Nagîhan Akarsel li Dêrikê hate bibîranîn
Şehîd Nagîhan Akarsel li Dêrikê hate bibîranîn
Şehîd Nagîhan Akarsel li Dêrikê hate bibîranîn
3 cotmeh, 2023   10:43

Di çarçoveya çalakiyên ku akademiya jineolojiyê û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo bîranîna akademisyen, nivîskar, rojnamevan û endama navenda lêkolînan a jineolojiyê Nagîhan Akarsel de, Navenda Jineolojiyê ya bajarê Dêrikê yê kantona Qamişlo merasîma bîranînê li dar xist.

Merasîm li navenda Çand û Hunerê ya Dicleyê bi beşdariya şênî û endamên saziyên sivîl li dar ket.

Di merasîmê de endama Akademiya Jineolojiyê ya Dêrikê Sewsen Yusif axivî û got; “Di salvegera yekemîn a şehîdxistina şehîd Nagîhan Akarsel, em teqez dikin ku dê berxwedana jinan berdewam bike.”

Sewsen destnîşan kir ku pergalên desthilatdar kesayetên pêşeng  ên rol di pêşxistina civakê de dilîzin, dike hedef ji bo ku siyasetên wê aşkera nekin.

Her wiha Sewsen teqezî bi berdewamkirina têkoşînê li ser şopa şehîd Nagîhan kir ta ku hêviyên wê di pêşxistina jineolojiyê de pêk bên.

Her wiha di merasîmê de, sînefizyonek têkildarî dîroka têkoşîna şehîd Nagîhan hate pêşandan.

(şx)

ANHA