`Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk were têkoşîna me berdewam e`

Endamên meclis, klubên werzîşê yên Reqayê meşek li dar xist û komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

`Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk were têkoşîna me berdewam e`
`Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk were têkoşîna me berdewam e`
`Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk were têkoşîna me berdewam e`
`Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk were têkoşîna me berdewam e`
`Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk were têkoşîna me berdewam e`
3 cotmeh, 2023   11:05

Meclisa Werzîşê ya Reqayê ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist.

Endamên meclisê, klubên werzîşê û Tevgera Ciwanên Şoreşger tev li meşê bûn.

Meş ji pêşiya Kluba Ewlehiya Hundirîn a li naverasta bajêr dest pê kir. Beşdar heta Stada Beledî meşiyan.

Li stadê endamê Meclisa Werzîşê Remadan El Casim daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de komploya navneteweyî hate şermezarkirin.

Her wiha hate gotin, tevî îşkenceya li Îmraliyê û tecrîda giran lê Rêber Abdullah Ocalan li ber xwe dide û komîteya ciwan û werzîşê û tevahî saziyên ciwanan û yên civakî ev berxwedan wek peyameke pîroz bi nav kir.

Di daxuyaniyê de  hate destnîşankirin ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, berxwedan û têkoşîn berdewam e. Her wiha bang li werzîşvan û rêxistinên hiqûqî  yên NY û Meclisa Ewlehiyê hat kirin ku destwerdanê bikin û tecrîdê bi dawî bikin.

(şx)

ANHA