Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan parêzeran serlêdan kir

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibe Rêber Abdullah Ocalan bibîne careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Ji bo dîtina Rêber Abdullah Ocalan parêzeran serlêdan kir
3 cotmeh, 2023   10:03

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Cengîz Yureklî, Raziye Ozturk, Îbrahîm Bîlmez û Emran Emekçî ji bo karibin Rêber Abdullah Ocalan bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo karibin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî bibînin ku li Îmraliyê têne girtin, serî li dozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.

Ji Rêber Abdullah Ocalan ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awahî agahî nayê wergirtin.