Li Şedadê 2 şehîdan hatin veşartin

Şêniyên Şedadê cenazeyên 2 şervanên QSD`ê Cemîl Siwêhil El Mehmûd û Xelef Ehmed El Xelef li goristana şehîdan a navçeyê oxir kirin.

Li Şedadê 2 şehîdan hatin veşartin
Li Şedadê 2 şehîdan hatin veşartin
Li Şedadê 2 şehîdan hatin veşartin
Li Şedadê 2 şehîdan hatin veşartin
Li Şedadê 2 şehîdan hatin veşartin
Li Şedadê 2 şehîdan hatin veşartin
Li Şedadê 2 şehîdan hatin veşartin
Li Şedadê 2 şehîdan hatin veşartin
1 cotmeh, 2023   11:21

Şêniyên navçeyê, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û Rêveberiya Xweser tev li merasîma oxirkirina şehîdan bûn.

Şehîd Cemîl Siwêhil El Hemûd li bajarokê Şihêl ê rojhilatê Dêrazorê 29`ê Îlonê şehîd bûye. Şehîd Xelef Ehmed El Xelef jî beriya 6 mehan li gundê Berîha yê Dêrazorê birîndar bûbû û 26′ê Îlonê ji ber birînên xwe li herêma Sewr ê bakurê Dêrazorê şehîd bûye.

Di merasîma oxirkirinê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ebdulmecîd El Etiye axivî û got: “Şehîdên me dê di dilê me de zindî bimînin. Dê ji bo me bibin jêdera îlhamê da ku têkoşîna xwe berdewam bikin.”

El Etiye soza şopandina rêya şehîdan û bilindkirina ala edalet û azadiyê da.

Bi navê Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewde El Hisên axivî û sersaxî da malbatên şehîdan û soz da ku xwîna şehîdan li erdê nemîne.

Dûre wesîqeyên şehadetê yên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiyê de girseya gel cenazeyên her du şehîdan di nava tilîliyên dayikan de spartin axê.

(şx)

ANHA