​​​​​​​Desteya Perwerdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek li dar xist

Desteya Perwerdê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi amadebûna deste û komîteyên perwerdê yên Rêveberiya Xweser û Sivîl a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîneke demkî  li dar xist.

​​​​​​​Desteya Perwerdê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê civînek li dar xist
1 cotmeh, 2023   11:03

Desteya Perwerdê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser belavkirina pirtûkan waneyan li ser şagirtên dibistanan civîneke demkî li dar xist.

Di destpêka civînê de li ser belavkirina pirtûkên waneyan li ser şagirtên dibistanan weke pêngavên yekem ji bo destpêkirina sala xwendinê hate sekinandin. Di civînê de endamên deste û komîteyên perwerdê yên Rêveberiya Xweser û Sivîl a Bakru û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.

Di civînê de li ser  piştevaniya proseya xwendinê li Dêrezorê hate nîqaşkirin. Ji ber ku piştî bûyerên vê dawiyê li Dêrazorê rû dane ziyan gihaştin navendên xwendinê.

Di civînê de mekanîzmaya veguhestina mamostayan ji rêveberiyek bo îdareyeke din û roj şemiyê ji bo mamosteyan li gor bernameyên perwerdê be hatin nîqaşkirin. Her wiha li ser demsla zivistanê ku saetên xwendinê zû dest pê dike û çareseriyeke guncaw were dîtin, dê deste bi Mecisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş bike.

Di civînê de ji bo xwendekarên zanîngeh û peymangehên Bakurd û Rojhilatê Sûriyeyê dixwînin û derçûn e nîqaş çêbûn wan di beşên perwerdê de erkdar bikin.

Di dawiyê de mekanîzmaya girtina peymangeh û dibistanan taybet û dîtina çareserîyek ji bo wan wek enstîtuyên giştî û gotûbêjkirina yasaya destûrdayînê û rêziknameya navxwe ya baxçeyên zarokan di hemû rêveberiyên xweser û sivîl de hate gotûbêjkirin.