Welatiyekî Derayê bi guleyên nenasan hate qetilkirin

Li Derayê alozî, tevliheviya ewlehî, bûyerên siûqastkirinê û girtin dewam dikin. Çekdarên nenas gule avêtin welatiyekî û qetil kir, her wiha leşkerên ewlehiya siyasî ya hikumeta Şamê 6 welatî girtin.

Welatiyekî Derayê bi guleyên nenasan hate qetilkirin
1 cotmeh, 2023   09:40

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku çekdarên nenas bi guleyan welatiyek li pêş mala wî ya li bajarokê Yadode yê li rojavayê Derayê hedef girt, di encamê de qetil kir.

Li parêzgeha Derayê alozî û tevliheviya ewlehiyê belav e û rojane kiryarên hedefgirtinê rû didin.

Girêdayî mijarê, leşkerên şaxê ewlehiya siyasî ya hikumeta Şamê 6 welatî dema di bendeke kontrolê ya leşkerî ya girêdayî şaxê li bajarokê Xebaxib ê Derayê re derbas dibûn hatin girtin. Ew welatî ji bajarê Casim in.

Malbatên girtiyan bang li hêzên hikumeta Şamê kir ku zarokên wan berdin û dem heta danê nîvor da wan ku berdin.