Li dijî gundewarên Idlib û Helebê topbaran

Hêzên hikuemta Şamê bajarok û gundên Idlib û Helebê vê sibê topbaran kirin.

Li dijî gundewarên Idlib û Helebê topbaran
1 cotmeh, 2023   09:37

Li gor Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hêzên hikumeta Şamê gundê El Fitîra yê başûrê Idlibê topbaran kirin. Her wiha derdroa gundên Kefer Tial û Kefer Eme yên rojavayê Helebê jî hatin tobparankirin.

Girêdayî heman mijarê li eniya Bisertûn ê rojavayê Helebê çeteyên Tehrîr El Şam leşkerekî hikumeta Şamê  di êrişa suîqestê de kuştiye.

Li herêmên bêçek siûqest û hedefgirtin di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de dem demê rû didin û di encamê de gelek kes tên kuştin.

Bi vê daneyê re 428 kes di hedefgirtinên bejayî li herêmên bêçek de ji destpêka 2023`yan ve hatin kuştin. Her wiha zêdetirî 312 welatî û endamên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk di wan êrişan de birîndar bûne.

(şx)