Birîndarekî bombebarana dewleta Tirk a li Binarê Qendîlê şehîd bû

Dewleta Tir a dagirker di danê sibehê de du caran gundê Bokriskan ê li Binarê Qendîlê bombebaran kir û du welatî birîndar bûn, yek ji birîndaran şehîd ket.

Birîndarekî bombebarana dewleta Tirk a li Binarê Qendîlê şehîd bû
27 îlon, 2023   10:22

Li gorî Rojnews′ê, dewleta Tir a dagirker bi balefirên bêmirov du caran gundê Bokrîskan ê Binarê Qendîlê bombebaran kir.

Her wiha ragihand ku di encama bombebaranê de du welatiyên bi navê Mîrza Îbrahîm û Estî Mihemed birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.

Heman çavkaniyê destnîşan kir ku yek ji birîndarên bombebaranê Estî Mihemed di rê de ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da û niha li tiba edlî ya Ranyayê ye, birîndarê din jî niha dibin çavdêriyê de ye.