Li Mêrsînê polîsan 12 kes binçav kirin

Li Mêrsînê serê sibehê polîsên Tirk bi ser gelek malan de girtin û 12 kes binçav kirin.

Li Mêrsînê polîsan 12 kes binçav kirin
27 îlon, 2023   07:16

Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komara Mêrsînê ve bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” hat meşandin, bi ser malan de hat girtin.

Serê sibehê bi hemwextî bi ser gelek malan hat girtin û 12 kes hatin destgîrkirin. Kesên hatine destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.

Îdîaya “Propagandaya rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” li dijî hemû dengên muxalîf bi rengekî kêfî û sîstematîk tê bikaranîn.