Di holeke dewatê ya Mûsilê de şewat çêbû: Zêdeyî 100 kes mirin

Li Hemdaniye ya Mûsilê duh bi şev agir bi salona dawetê ket. Herî kêm 114 kesan jiyana xwe ji dest da.

Di holeke dewatê ya Mûsilê de şewat çêbû: Zêdeyî 100 kes mirin
27 îlon, 2023   07:14

Li gorî medya Iraqê, duh bi şev li navçeya Hemdaniye ya bajarê Mûsilê agir bi saloneke dawetê ket.

Ji ber şewatê û qerebalixê herî kêm 114 kesan jiyana xwe ji dest da.

Bi sedan kes jî birîndar bûn ku rewşa tenduristiyê ya gelek ji wan giran e.