QSD: Ebû Helîl El Fedanî hate girtin

Li gorî hevkariya xurt a di navbera Koalîsyona Navneteweyî û QSD′ê de, koalîsyonê yek ji serçeteyên DAIŞ′ê radestî QSD′ê kir.

QSD: Ebû Helîl El Fedanî hate girtin
27 îlon, 2023   06:53

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê girtina serçeteyekî DAIŞ′ê aşkera kir.

Di daxuyaniya QSD′ê de wiha hate gotin:

"Di encama hevkariya xurt, pevguhartina agahî û datayan navbera QSD′ê û hêzên Koalîsyona Navneteweyîa ya Têkoşîna li dijî DAIŞ′ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, hêzên Koalîsyona Navneteweyî êvara şemiya borî serçeteyê rêxisitna DAIŞ′ê ya terorî bi navê Ebû Helîl El Fedanî li bakurê Sûriyeyê girt.

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî terorîst El Fedanî radestî hêzên me QSD′ê kir. Bi terorîst re lêpirsînên têkildarî sûcên li dijî gelê me hatine kirin û planên êrişên terorane li gelek dewletan hatin kirin.

Der barê operasyonê û bidawîkirina şaneyên rêxistina terorîst de hevkariya hêzên me bi Koalîsyona Navneteweyî re xurt e."

(fr)