​​​​​​​Dayîna fatûrayên genim li hin deveran didomin

Nivîsgeha Dirav û Dayînê xebatên dayîna fatûrayên genim ên cotkarên Reqa, Tebqa, Minbicê û herêma Firatê bi dawî kirin. Her wiha dayîna fatûrayan li Dêrazorê û herêma Cizîrê didome.

​​​​​​​Dayîna fatûrayên genim li hin deveran didomin
25 îlon, 2023   10:27

Navendên wergirtina genim ên Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di mewsima çandiniyê ya borî de, zêdetirî milyonek û 9 hezar ton genim wergirt. Kîloya genim bi 43 centan hat diyarkirin.

Di Hezîrana vê salê de, 8 navendên Nivîsgeha Dirav û Dayînê ya Navendî, dest bi dayîna fatûrayên genim ên cotkaran kir.

Ew 8 navend li Qamişlo, Hesekê û navçeya Dêrikê ya herêma Cizîrê, Reqa, Tebqa, Minbic, Kobanê û Dêrazorê ne.

Şîrketa Pêşxistina Çandiniyê jî li kantona Şehbayê ji destpêka Îlonê ve dest bi dayîna fatûrayan kiriye.

Li gorî gerînendeyê Xebatên Bankî yên Nivîsgeha Dirav û Dayînê ya Navendî Macid El Elî, li Reqa, Tebqa, Minbicê û herêma Firatê, xebatên dayîna fatûrayan cotkaran xilas bûne.

El Elî da zanîn ku 46 hezar û 350 fatûra hatine dayîn, her wiha dayîna fatûrayan li Dêrazorê û herêma Cizîrê berdewam dikin.

Navend, li gorî buhayê ku Rêveberiya Xweser diyar kiriye, fatûrayên genim bi dolarê amerîkî didin.

(şx)

ANHA