Çalakiya konvedanê ya li Tebqayê bi dawî bû

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê çalakiya konvedanê bi dawî kir ku li hemberî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li dar xistibû. Meclisa di roja dawî a çalakiya xwe de jinbo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan teqezî bi berdewamkirina têkoşînê kir.

Çalakiya konvedanê ya li Tebqayê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya li Tebqayê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya li Tebqayê bi dawî bû
Çalakiya konvedanê ya li Tebqayê bi dawî bû
20 îlon, 2023   15:47

Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan duh çalakiya konvedanê li dar xistibû. Di roja dawîn a çalakiyê de bi sedan şêniyên bajêr beşdar bûn.

Her wiha meclisa çalakiya xwe bi daxuyaniyekê bi dawî kir. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Foze El Mihemed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de meclisê soza şopandina rêya şehîdan dubare kir û destnîşan kir ku heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were wê li hember komployan li ber xwe bidin.

Her wiha meclisê got ji bo avakirina civakeke siyasî û ekolojî û rizgarkirina herêmên dagirkirî dê pêşengiya projeya demokratîk a li herêmê bikin.

(şx)

ANHA