Kela Necim tê sererastkirin

Gerînendetiya Şûnwaran a Minbicê dest bi sererastkirina parçeyên Kela Necim kir. Kela Necim piştî erdheja di 6′ê Sibatê de çêbûye hin parçeyên wê hilweşîn.

Kela Necim tê sererastkirin
19 îlon, 2023   10:25

Bi çavdêriya Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gerînendetiya Şûnwaran a Minbicê dest bi xebatên sererastkirina aliyê derve ya Kela Necim kir.

Piştî Desteya Çandê lêkolîn li ser xebata sererastkirinê kir, gerînendetiyê dest bi xebata sererastkirinê kir. Di 6′ê Sibatê de bi pileya 7,8 erdhejek li Bakurê Kurdistanê û herêmên Tirkiyeyê û Sûriyeyê çêbû, di encamê de Kela Necim jî zirar dît.

(fr)

ANHA