KNK`ê: Êrişa li dijî ofîsa me êrişa li ser yekitiya neteweyî ye

KNK'ê diyar kir ku êrişa li ser ofîsa wan a li Hewlêrê ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve li dijî yekîtiya neteweyî hatiye kirin û destnîşan kir ku ew ê karên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî hîn xurt bikin.

KNK`ê: Êrişa li dijî ofîsa me êrişa li ser yekitiya neteweyî ye
19 îlon, 2023   06:04

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî êrişa çekdarî ya li ser Nûnertiya KNK'ê ya li Hewlêrê û êrişa li Silêmaniyeyê daxuyaniyek da.

Daxuyaniya bi sernavê "Êrişa li ser Ofîsa KNK'ê ya li Hewlêrê êrişa li ser yekîtiya neteweyî ye" bi vî rengî ye:

"Li Hewlêrê 18.09.2023'an nava rojê saet di 13.35'an de, êrişek hovane li ser ofîsa KNK'ê pêk hat û di encamê de berpirsê ofîsê û endamê KNK'ê Denîz Cevdet Bulbun şehîd ket. Ev êriş êrişeke ji rêzê nîne. Amancgirtina ofîsa KNK'ê, biryarek û peyameke stratejîk e. Bi vê êrişê ne tenê ofîsek, ne tenê xebatkarek ne tenê endamekî KNK'ê hatiye hedefgirtin. Di vê êrişê de Yekîtîya Neteweyî ya Gelê Kurdistanê, navend û mejiyê stratejîk yê gelê Kurdistanê hatiye amancgirtin. Dijminên me, bi van êrişan didin nîşan ku çiqas ji yekîtîya me aciz in û ditirsin. Pêwîste her Kurd vê rastîyê bibîne û li gorî vê rastîyê jî tevbigere.

Em êrişkaran nas dikin, ev êriş berdewama êrişên li ser Rojava, Şengal, Mexmûr, Zap, Metîna, Avaşîn, Silêmanî û bi giştî Başûrê Kurdistanê ye. Ev êriş ji aliyê dewleta Tirk û hevkarên wê ve hatiye organîzekirin û hatiye pêkanîn.

Ofîsa KNK'ê di nava bajarê Hewlêrê de ye. Ev ofîs ji aliyê asayîş û îstixbarata herêmê ve 24 saetan tê şopandin. Dehan kamera li wê deverê hene. Eger neyêne parastin, roj nîvro nava rojê çawa, bi çi cesaretê, kujer dikarin bi rehetî destên xwe bihejênên û biçin ofîsa KNK'ê û mirovan qetil bikin? Çawa MÎT dikare li herêmê rehet kar bike, ajanan ji xwe re peyda bike û welatparêzan qetil bike? Kî destûrê dide wana û rê li ber wana xweş dike? Di vê bûyerê de gelek pirs hene. Muxatabê van pirsan Hukumeta Herêmê û asayîşa Hewlêrê ye. Eger rojek zûtir ev kujer neyêne girtin û yên di pişt wana de neyêne derxistin, neyêne darezandin, berpisyar desthilata Herêmê û asayîşa Hewlêrê ye.

Êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê berdewamin. Di heman saetê de nîv saet piştî bûyera Hewlêrê, li Silêmaniyê li fokexana Erbetê de, hêzên dijî teror yên girêdayî YNK'ê jî hatin amacgirtin. Di encama êrişê de 3 pêşmerge şehîd ketin û 3 peşmerge jî birîndar bûn. Rojek pêş van bûyaran li Şengalê hêzên YBŞ'ê hatin hedefgirtin û 3 fermandarên YBŞ'ê şehîd ketin. Di heman demê de li Rojava li Minbic, li Amûdê, li Qamişlo û li Tirbespiyê, şervan û endamên asayîşa Rojava hatin amancgirtin. Di van êrişan de jî şehîd û birîndar hene. Ji xwe êrişên li ser hêzên gerîla bi hemû awayî bi çekên qedexe bi çekên kîmyewî, berdewamin.

Dewleta Tirk bi giştî bi gelê Kurd re di nava şerekî dijwar de ye. Ev şer ne tenê li dijî hêzeke Kurdî ye, li dijî hemû Kurdan e û li dijî hemû Kurdistanê ye. Dewleta Tirk bi serê xwe tenê jî êriş nake, heman demê de li dijî gelê me tifaqan çêdike û dagirkerên din jî dixe nava tevgerê. Divê hemû Kurd, hêzên Kurdistanî vê rastîyê bibînin û li gorî vê rastiyê jî tevbigerin. Hevkariya bi dewleta Tirk re, hevkariya bi dijmin û dagirkeran re xiyanet e, xeta sor e û divê ti Kurd û ti hêzên Kurdistanê vê xetê derbas nekin.

Êrişa li ser ofîsa KNKê, hedefgirtina Yekîtîya Neteweyî ya Gelê Kurdistanê ye. Li hember vê êrişê û bi giştî li hember van êrişan, bileks divê xeta neteweyî bê xurtkirin û hemî hêzên Kurdistanî bibin yek. Bi vê munasebetê sêrîde partî û rêxistinên endamên KNK'ê, em bang li hemî partî û rêxistinên Kurdistanî dikin ku li hember van êrişan bê deng nemînîn, şermezar bikin û li hember êrişên dagirkeran bi yek dengî rawestin.

Li hember van êrişan em weke KNK, em ê gavan paşde neavêjin, em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin, em ê li hember hemû êrişan rawestin û em ê xeta yekîtiya neteweyî kûrtir bikin.

Di şexsiyeta Şehîd Denîz, şehîdên fokexana Erbetê, şehîdên Şengalê û şehîdên Rojava de, em hemû şehîdên Kurdistanê bi dilekî germ bîr tînin, li ber bîranîna wana bejna xwe ditewînin, ji malbatên şehîdan û ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin."