′ Divê em bi yek fikr û yek seknê planên xirabkar têk bibin′

Eşîr, rûspî û oldarên li Amûdê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji QSD`ê re nîşan dan û destnîşan kirin ku QSD`ê bi helwesta xwe planên xirabkaran têk birin.

′ Divê em bi yek fikr û yek seknê planên xirabkar têk bibin′
11 îlon, 2023   10:22
QAMIŞLO

Eşîr, rûspî û oldarên li navçeya Amûdê li qada Jina Azad a li navçeya Amûdê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê yek ji rûspiyên eşîra El Welda El Nasir, Salih Ebdullah El Mehmûd ve hat dayîn.

Salih El Mehmûd da zanîn ku Hêzên Sûriya Demokratîk QSD′ê ya ku ji gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê, Dêrazorê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir, pê re jî ji Kobanê heta Tebqa û Reqayê ji çeteyan paqij kiriye û di oxira rizgarkirinê de gelê herêmê gelek şehîd dan. Piştî şikandina DAIŞ`ê, careke din hewl didin rêxistina xwe li herêmê vegerîne û bi rêya şaneyên xwe yê veşartî re istiqrara herêmê têk bibe. Gelek alî xwestin plana DAIŞ`ê li dijî QSD`ê bi kar bînin û fitneyê di navbera pêkhateyan de derxînin, bi vê operasyonê re hemû planên wan têk çûn.′′

Salih El Mehmûd piştgiriya xwe bi QSD′ê re anî ziman û got: “Em weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê piştgiriya xwe ji hêzên şeref û rûmetê re radighînin.  Li hember planên rejîma Sûriyeyê, çeteyên DAIŞ û alîgirê wê ku dixwazin ewlehiya herêmê me têk bibim, em ê erka xwe pêk bînin.′′

Di dawiya daxuyaniyê de bang li hemû pêkhateyan hate kirin ku bi yek fikr û yek seknê li hemberîî planên ku dijî herêmê têne kirin, rabin.

(sb)

ANHA