Artêşa Burkina Faso derbasî Nîjerê bû

Artêşa Burkîna Faos derbasî Nîjerê bû. Meclisa Leşkerî ya Nîjerê jî ragihand ku belavbûna yekîneyên artêşa Burkina Faso wê ne li dijî ECOWAS′ê be.

Artêşa Burkina Faso derbasî Nîjerê bû
8 îlon, 2023   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Sky Newsê, yekîneyên artêşa Burkina Faso di çarçoveya hevkariya her du welatan de ji bo perwerde û pêşxistina kapasîteyên hêzên her du welatan ya di aliyê têkoşîna li dijî terorê de, derbasî Nîjerê bû.

Meclisa Leşkerî ya Nîjerê got belavbûna yekîneyên artêşa Burkina Faso li Nîjerê ne li dijî koma ECOWAS′ê be.

Di Tebaxê de darbekarên leşkerî yên li Nîjerê erê kir ku eger êrişek li dijî Nîjerê pêk were artêşên Burkina Faso û Mali, destwerdanê bikin.

(fr)