​​​​​​​Malbatan ji bo hevdîtina Rêber Ocalan serlêdaneke din kir

Malbata Rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

​​​​​​​Malbatan ji bo hevdîtina Rêber Ocalan serlêdaneke din kir
8 îlon, 2023   09:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza dîtina Ocalan serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Bi heman daxwazê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn serî li saziyên pêwendîdar dan.

Ji 25'ê Adara 2021'ê û vir ve bi ti awayî agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin.