​​​​​​​Li kampa Filistînê şer: 20 kes birîndar bûn

Li kampa koçberan Ayn El Hîlwe ya li başûrê Lubnanê şer qewimî. Hat ragihandin ku 20 kes di şer de birîndar bûne.

​​​​​​​Li kampa Filistînê şer: 20 kes birîndar bûn
8 îlon, 2023   09:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a neteweyî ya Lubnanê, komên Îslamî û çekdarên rêxistina El Fetih a di bin lîdertiya serokê Rêveberiya Filistînê Mahmûd Ebas de li kampê şer kirine.

Ji ber şer şeva pêncşemê bi dehan malbat bi zarokên xwe re reviyan bakur û hinekan jî xwe spart mizgeftek li nêzî wan deran.

Li gorî medyaya herêmî di şer de çekên otomatîk û roketavêj hatine bikaranîn. Hat ragihandin ku sihara îniyê jî 20 kes birîndar bûne.

Di dawiya meha Tîrmehê de jî şerekî heman çêbûbû û 13 kes hatin miribûn. Şerê ku 29’ê Tîrmehê destpê kirî, qasî 15 rojan dewam kiribû. Bûyer piştî mirina endamekî komek biçûk a Îslamî, qewimî. Piştre jî rayedarekî leşkerî jî di nav de 5 endamên El Fetihê ketin pisûyê û hatin kuştin.

El Fetihê ji bo kesên pisû danîne heta roja pêncşemê dem diyar kiribû ku teslîmî komîteyeke Filistiyan were kirin. Lê ev daxwaz nehat bicihanîn.