Çîroka Wehîbe ya ku xewna xwe veguhastiye rastî

Wehîbe piştî kedeke mezin xewna xwe pêk anî û dîwana xwe ya yekem bi zimanê Kurdî bi navnîşan "Êş û kul ji kaniya dil" çap kir.

Çîroka Wehîbe ya ku xewna xwe veguhastiye rastî
Çîroka Wehîbe ya ku xewna xwe veguhastiye rastî
Çîroka Wehîbe ya ku xewna xwe veguhastiye rastî
Çîroka Wehîbe ya ku xewna xwe veguhastiye rastî
Çîroka Wehîbe ya ku xewna xwe veguhastiye rastî
8 îlon, 2023   08:01
HESEKÊ – SÎBELCAN SELMAN

Di mala xwe ya biçûk de, Wehîbe Îsa tevî lênûs û pênûsa xwe dest bi nivîsandina helbestên bi zimanê Kurdî dike.

Wehîbe Îsa (55) ya ji gundê Qelan ê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê, dayika 4 xort û 4 keçan e. Ji bo pêkanîna xewna xwe ya zaroketiyê – nivîsandina helbestan bi zimanê Kurdî – kedek mezin dide.

Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an a ku ji Kobanl dest pê kiriye û li seranserî Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bûye, derfeteke mezin da Wehîbe ku dest bi fêrbûna nivîsîn û xwendina bi zimanê Kurdî û nivîsandina helbestên bi zimanê Kurdî bike.

Her wiha gotinên pêşiyan ên Kurdî yên ku dayika Wehîbe berê ji cîranan re vedigotin, bala Wehîbe dikişand û ji wir çîroka wê dest pê kir û xwest rêya dayika xwe bişopîne û bibe helbestvan.

'ŞOREŞA ROJAVA XEWN VEGUHASTIN RASTÎ'

Wehîbe Îsa xwendina xwe ya amadehî bi dawî kir û bi destpêka şoreşê re ew ji jinên pêşîn bû yên ku dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kirine. Wehîbe tev li Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bû û dest bi fêrbûnê kir.

Wehîbe wiha axivî: "Roj bi roj îsrara min a nivîsîn û xwendina bi zimanê xwe zêdetir bû ku gihîştim astekê min got çi bibe bila bibe ez ji bilî zimanê xwe bi tu zimanan nanivîsim."

Wehîbe destnîşan kir ku wê nikarîbû pirtûkên Kurdî bixwenda, lê belê hevjînê wê pirtûk û kovarên bi zimanê Kurdî jê re dianîn û hêdî hêdî xwe bi pêş xist û armanca xwe pêk anî.

JI BER XWENDINA HELBESTÊN KURDÎ LÊPIRSÎN PÊ RE HAT KIRIN

Wehîbe wiha domand: "Di sala 2013'an de ji ber helbesteke xwe ku min di şahiya Newrozê de xwendiye û tê de nameyên siyasî yên ku siyasetên hovane yên hikumeta Şamê rexne dikirin, lêpirsîn bi min re hat kirin."

Wehîbe diyar kir ku dijmin her tim hewl dide şerê gelê Kurd bike û hebûna wî tune bike û got: "Em ê bi pênûsên xwe şer bikin û nivîsên me dê di sîngê dijmin de bibin şûr."

ÇAPKIRINA YEKEMÎN DÎWANA HELBESTAN

Piştî demeke dirêj û kedeke mezin, Wehîbe Îsa xewna xwe pêk anî. Di dawiya meha Tîrmeha îsal de û piştî ku wê erêkirinek ji Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê bi dest xist, yekemîn dîwana xwe bi zimanê Kurdî bi navnîşan "Êş û kul ji kaniya dil e" çap kir û di wê dîwanê de 58 helbest  di 114 rûpelan de hene, çapa yekem 100 pirtûk in.

Wehîbe bi rêya nivîsên xwe rastiya derdora xwe vediguhêze û ev nivîs wek gotin, qesîdeyên helbestan, pendên pêşiyan ên Kurdî ne, wek:

"Ê xwedî bîr be, wê mala wî bi tevdîr be.

Ê nizan be, wê her tiştê wî arzan be.

Emir pire û nirx kure û mejî bê tevdîre.

Erê dem bê bextelê cama dibe texte û cama dibe rexte."

Qedîseya wê ya bi navê (Derdê min)

Derdê dilê min narin"

Li sînga min siwarin

Mil û pişt lewma xwarin

Ne pîber û pîbarin

Dost û heval ew pirin

Dora min dizîvirin

Mixabin dil kevirin

Ji bo a xwe diyarin

Ez dinalim ji dilê kwîr

Tê sînga min rim û tîr

Wenda dibe hiş û bîr

Li ser stiwê min barin

Derdê dilê min pirin

Damarê min dibirin

Sert û qesp û çi çirin

Barê kevir û darin"

Wehîbe ji hemû jinan hêvî dike ku dema xwe li tiştên nebikêrhatî winda nekin û xwe di hemû qadan de îsbat bikin ji ber ku şoreş, şoreşa jinan e.

(mh/şx)

ANHA