Li Mali êrişa El Qaîdê: 49 sivîl û 15 leşker hatin kuştin

Li gorî hikumeta Mali komeke girêdayî El Qaîdê êrişek li dijî baregeha arêtşê Mali û keştiyeke rêwiyan pêk anî. Rojnameyeke Amerîkayê jî diyar kir ku ev êriş di demekê de ku El Qaîdê xwe li bakurê Mali xurt kir pêk hat.

Li Mali êrişa El Qaîdê: 49 sivîl û 15 leşker hatin kuştin
8 îlon, 2023   08:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Hikumeta Mali diyar kir ku tundrawên îslamî êrişî keştiyeke rêwiyan û baregeheke artêşê ya li bakurê Mali kir. Di encamê de bi dehan sivîl û leşkerên li herêmeke dewletê ya li rojavayê Afrîkayê hatin qetilkirin.

Ajansa Reutersê ku agahiyên xwe dispêre daxuyaniya hikumetê diyar kir ku di êrişa çekdaran li bakur-rojhilatê Mailî 49 sivîl û 15 leşkerên hatin qetilkirin û artêşê jî nêzî 50 êrişkaran kuşt.

Di êrişeke çekdaran a Tebaxê li dijî gundekî Mali de 21 sivîl hatibûn qetilkirin. Çavkaniyekî ji Reutersê re got komeke çekdar derbasî gund bûne û komkujî pêk anî.

Li gorî hikumeta Mali komeke girêdayî El Qaîdê êriş pêk anîn. Rojnameya The New York Times a Amerîkayê jî destnîşan kir ku ev êriş di demekê de ku El Qaîde kontrola xwe li bakurê Mali xurt kir, pêk hatin.

Ji 2012′yan de Mali yê li rojavayê Afrîkayê rastî êrişên komên girêdayî El Qaîdê û DAIŞ′ê tên.