Xwendekar xwestekên xwe yên mufadeleya zanîngehan pêşkêş dikin

Xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di mufadeleya giştî ya zanîngehan de navên xwe tomar dikin. Ji xwendekarên ku hin beşên zanistî xwestine vê salê ezmûna qebûlkirinê hatiye xwestin, ezmûn jî 20`ê Îlonê ye.

Xwendekar xwestekên xwe yên mufadeleya zanîngehan pêşkêş dikin
7 îlon, 2023   10:44
QAMIŞLO

Serlêdana xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo tomarkirina di mufadeleya giştî ya Zanîngeha Rojava, Zanîngeha Kobanê û Zanîngeha El – Şerq li navendên ku hatine diyarkirin de dest pê kir.

Hemahengiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo vê salê ji xwendekarên ku dixwazin derbasî van beşan bibin, şertê ezmûna qebûlkirinê xwestiye. Nav û cihê wan beşan wiha ne:

Li Zanîngeha Rojava: fakulteya bijîşkiyê, endazyariya avahîsaziya ekolojîk, endazyariya çandiniyê, endazyariya petrol û petrokîmyayê, kompyûter, komînîkasyon, mîkatronîk û biyokîmya.

Li Zanîngeha El Şerq: fakulteya bijîşkiyê û endazyariya çandiniyê.

Li Zanîngeha Kobanê Peymangeha bijîşkiyê.

Beşên girêdayî Desteya Tenduristiyê: Peymangeha tenduristî-bijîşkî bidin

Ezmûn bi awayekî otomatîze ye (Etmetê). Li ser materyalên; bîrkarî, fîzîk, kîmya, zindînasî ye. Ezmûn dê di 20`ê Îlonê (di rojekê) de pêk bê.

Roja dawî ya tomarkirinê 16`ê Îlonê ye. Di sala xwendinê ya 2023-2024`an hejmara fakulteyan li Zanîngeha Rojava 12 û 3 peymangeh in. Li Zanîngeha Kobanê 3 fakulte û 5 peymangeh hene û li Zanîngeha El Şerq jî 7 fakulte û 2 peymangeh hene.

(sb)

ANHA