YPJ`ê nasnameya şehîdekê aşkera kir

Navenda Ragihandinê ya YPJ`ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehîd Rojna Egîd aşkera kir ku 2`yê Îlona 2023`yan di êrişên esmanî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.

YPJ`ê nasnameya şehîdekê aşkera kir
5 îlon, 2023   14:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) nasnameya şehîd Rojna Egîd aşkera kir.

Daxuyaniya navendê wiha ye: “Keça Pîrana berxwedêr Rojna di gelek qadan de cîh digre û tekoşîna ji bo azadiya welatekî azad dide domandin. Bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Rojava re ji çiyayên azad berê xwe dide Kobanêya berxwedêr. Ji ber ku di nav çanda berxwedaniya Pîranê de mezin dibe di kolanên Kobanê de jî bê ku raweste bi heman kevneşopiyê dibe dengê tolhildana qêrîna jin, zarok, kal û pîrên vê xakê. Hetanî dawiyê jî bi heman coş û kelecana serkeftinê di çeperên berxwedaniyê de dibe nobedara soza xwe.

Heval Rojna di destpêka şoreşê de di hemu pêngavên rizgarkirinê de di çarçoveya xebatên cûda cûda de bi sekna xwe ya berxwedêr, bi fermandariya xwe ya dilnizim ji hevalên xwe yên dozê re bûye çavkaniya hêz û baweriyê. Bûyîna şoreşger û fermandara kêliyê ji bona hevrê Rojna di hemû kar û barên şoreşê de yek jî ji pîvanên esasî yên serkeftinê bû. Ji bona wê jî ked û fedekarûî di şexsê Rojnaya dilwêrek de li rastiya pênaseya xwe digeriya.

Dijminê ku tû caran ji mijandina xwîna zarokên vî welatî têr nebûye weke her carê serkeftina wan jî hezim nekiriye û êrişên xwe yên hovane tim domandiye. Ji ber ku dizane di hemû kar û xebatên vê şoreşê de ya ku pêşengiya wê, fermandariya wê dike jin e hîn zêdetir har dibe û êrişên xwe dijwartir dike. Vê carê jî hevrêya me Rojna Egîd di 2’yê Îlona 2023’an de di êrişên ezmanî yên dewleta Tirk a dagirker de gihîşt asta şehadetê.

Di serî de em ji malbata hevrêya xwe Rojna Egîd re sersaxiyê dixwazin. Em weke hevalên fermandar û hevrêya xwe Rojna Egîd didin diyarkirin ku wê soza tolhildana me bibe tacîdarkirina welatekî azad û aram.”