Erdogan der barê normalîzekirina bi Şamê re daxuyanî da

Serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan der barê normalîzekirina bi hikumeta Şamê re daxuyaniyek da.

Erdogan der barê normalîzekirina bi Şamê re daxuyanî da
5 îlon, 2023   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya Tirk da zanîn ku serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan gotiye: "Sûriye hemwextî nebûna rola serokê Sûriyeyê Beşar Esed, di doza nêzîkbûna têkiliyên navbera wê û Tirkiyeyê de li gor rêbazeke erênî naçe."

Erdogan piştî salekê ji qutbûna hevdîtinan, di civîna xwe li gel Pûtîn de gelek dozên girêdayî Sûriyeyê nîqaş kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Rûsya di Kanûna sala borî de piştî 11 salan diyalog di navbera wezîrê derve yê Tirkiye û Sûriyeyê de bi rê ve bir. Her wiha Gulana borî civîneke çaralî di navbera wezîrên derve yên Rûsya, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê de bi rê ve bir ku armanc jê destpêkirina pêvajoyê nêzîkbûna di navbera Şam û Enqereyê de ye.

Berê jî Beşar Esed piştrast kiribû ku mijara vekişîna Tirkiyeyê ji xaka Sûriyeyê merceke sereke ya vegerandina têkiliyên di navbera Şam û Enqereyê de ye.

(mh/şx)