Cenazeyê keçekê li Kampa Serêkaniyê hate dîtin

Şêniyên Kampa Serêkaniyê ya kantona Hesekê cenazeyê keçeke 18 salî dît û Dozgeriya Giştî dest bi lêkolînê kir.

Cenazeyê keçekê li Kampa Serêkaniyê hate dîtin
4 îlon, 2023   14:28
HESEKÊ

Nûçegihana me da zanîn ku duh şêniyên Kampa Serêkaniyê ya kantona Hesekê cenazeyê keça bi navê E.B. ya 18 salî di konê wê de dît.

Piştî ku şêniyan agahî da Hêzên Ewlekariya Hundirîn, wan berê xwe da cihê bûyerê û Dozgeriya Giştî jî dest bi lêkolîn û lêpirsînê kir.

Keça bi navê E.B. ji Serêkaniyê ye û piştî ku tevî malbata xwe ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Serêkaniyê di Cotmeha 2019'an de koçber bûn, li kampa Serêkaniyê bi cih bûn.

(mh)

ANHA