Jinên Reqayê piştgirî da jinên Siwêda û Derayê

Jinên Reqayê piştgiriya xwe ji jinên Siwêda û Derayê re nîşan da û banga lidarxistina şoreşeke nîştimanî ya wijdanî kir ku hêviyên tevahî jinên sûriyeyî pêk bîne.

Jinên Reqayê piştgirî da jinên Siwêda û Derayê
4 îlon, 2023   14:24
REQA

Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi dirûşma "Em azadî û demokrasiyê ser bixin" xwepêşandanek li Parka Şehîd Hevrîn Xelef a başûrê Reqayê li dar xist.

Di çalakiyê de endam û rêveberên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya, Meclisa Jinên Sûriyeyê, nûnerên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî yên herêmê beşdar bûn.

Di serî de bi navê Meclisa Jinan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê Xaliye Kejwan peyamek da, tê de wiha axivî: "Em ked û rola jinên Siwêda û Derayê ji dil silav dikin."

Ev 16 roj in li Siwêdayê xwepêşandan bi beşdariyeke berfireh a jinan dest pê kirine ku xwepêşandêr banga pêkanîna biryara 2254 û çûyîna Beşar Esed, azadkirina girtiyan û başkirina rewşa jiyanî dikin.

Xaliye Kejwan got: "Vîna jinên sûriyeyî li Siwêdayê, bi lidarketina şoreşê li ser bingehên rastîn û cehwerî û helwestên şoreşgerî, ji nû ve xuya bû. Jinan banga lidarxistina şoreşeke nîştimanî ya wijdanî dikin ku hêviyên tevahî jinên sûriyeyî pêk bîne.”

Xaliye destnîşan kir ku Partiya Sûriyeya Pêşerojê piştgiriyê dide helwestên niştîmanî û rola jinan di xwepêşandanan de.

Piştre, beşdareke xwepêşandanê, helbest li ser êşên jinan li Siwêdayê û berxwedana wan li hember zihniyeta desthilatdar xwendin.

Di dawiya xwepêşandanê de beşdaran siloganên silavkirina berxwedana jinan û şermezarkirina siyaseyên li dijî wan berz kirin.

(mh/şx)

ANHA