Çalakiyên gerîla: Li Zapê 3 dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên gerîla yên li herêma Zapê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Derb li 5 çeperan hate xistin.

Çalakiyên gerîla: Li Zapê 3 dagirker hatin cezakirin
4 îlon, 2023   10:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Zapê;

4′Îlonê saet di 03:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran derb li dagirkeran hate xistin.

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

3'ê Îlonê saet di 09:15, 13:00 û 16:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li 3 çeperan hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

3′ê Îlonê saet di 13:50'î û 23:55'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

4′ê Îlonê saet di 00:05'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiya koordîneyî de dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

4′ê Îlonê saet di 02:00 û 03:50'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li 2 çeperan hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

3′ê Îlonê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl carekê, qadên Xêrê û Gundê Kawara yên Garê 3 caran bi giştî 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metîna bi topan hatin bombekirin. "