Urdinê droneke bi madeyên hişbirê ya ji Sûriyeyê xist xwarê

Artêşa Urdinê ragihand ku hêzên wê droneke bi madeyên hişbirê ya ji axa Sûriyeyê dihat, xistiye xwarê.

Urdinê droneke bi madeyên hişbirê ya ji Sûriyeyê xist xwarê
4 îlon, 2023   10:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Urdinê bi daxuyaniyekê ragihand ku droneke bi madeyên hişbirê li herêma leşkerî ya rojhilat artêşa Urdinê hatiye xistin, ku ji xaka Sûriyeyê rabûbû.

Berpirsekî fermandariya giştî ya hêzên çekdar ên Urdinê got: ′′Hêzên Parastina Sînor bi hevkariya Rêveberiya Têkoşîna dijî Hişbirê û hêzên ewlehiyê-leşkerî hewldana drona biçek a derbaskirina sînor bi awayekî ne rewa şopandiye û di hundirê xaka Urdinê de xistiye xwarê.′′

Her wiha diyar kir ku hêzên Urdinê dê li hember hemû gefên li ser sînor û hewldanên têkbirina ewlehiya welat bisekinin.

Heman berpirs ragihand ku di dronê de miqdareke madeya krîstal hate dîtin û ji bo aliyên têkildar hat veguhestin.

Bi vê yekê desthilata Urdinê 4 dronên bi madeyên hişbir û teqemeniyê dixe.

(bb)