Artêşa dagirker gundewarê Eyn Îsayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker gundewarê rojhilat û rojavayê navçeya Eyn Îsayê topbaran dike.

Artêşa dagirker gundewarê Eyn Îsayê topbaran dike
4 îlon, 2023   05:15
EYN ÎSA

Nûçegihanên me ragihandin ku artêşa Tirk  a dagirker di saet derdora 01:20′an de gundewarên rojhilat û rojavayê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.

Di van kêliyan de balafirên keşfê yên dewleta Tirk li ser navenda navçeyê û gundewarên wê digerin.

(bb)

ANHA