'Protestoyên li Siwêdayê bi zexm didomin'

Çalakvanê siyasî yê ji Siwêdayê Salih El Nebwanî diyar kir ku protestoyên dijî hikumeta Şamê gel berfireh dibin û tevgera gel hewl dide xwe bi rêxistin bike. El Nebwanî bal kişand ku xwepêşandêr daxwaza pêkanîna biryarên navneteweyî û avakirina dewleta hemwelatîbûnê dikin.

'Protestoyên li Siwêdayê bi zexm didomin'
30 tebax, 2023   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL HEBÎB

Xwepêşandanên li Siwêdayê ya başûrê Sûriyeyê zêdetirî 10 roj in dewam dikin. Di saetên dawîn de xwepêşandêran avahiya Partiya Baasê ya li bajêr girt, wêneyên Beşar Esed ji ser gelek avahiyên hikumetê rakirin. Lê hikumeta Şamê van tevgeran paşguh dike. Bi vê yekê bawer dike ku bi demê re dê ev protestor bi dawî bibin.

Li aliyekî din, çavkaniyên xwecih ên ji Siwêdayê 29′ê Tebaxê ji rojnameya Şerq El Ewset re bi bîr xistinbûn ku xwepêşandan ji aliyê demê de zêdetir bi rêxistin dibin. Her wiha destnîşan kiribûn ku êdî piranî xwepêşandan li bajarok û gundan di saetên êvarê de li dar dikevin, saziyên hikumetê tenê 2 saetan tên vekirin û hejmareke kêm a karmendan kar dike. Çavkaniyan bal kişand ku xwepêşandêr bi israr in ku heta pêkanîna armancên xwe li qadan bin.

XWEPÊŞANDAN BI ZEXM DEWAM DIKIN

Çalakgerê siyasî yê ji Siwêdayê Salih El Nebwanî li ser mijarê ji ajansa me re wiha axivî: "Xwepêşandan hîna bi zexmeke mezin dewam dikin. Ya herî girîng ew e ku xwecihên Siwêdayê piştgiriyê didin protestoyan. Biryarên aborî yên neheq, alîgir û muxalif kirine yek."

El Nebwanî têkildarî ajoyên van xwepêşandanan got: "Biryarên aborî yên dawîn, zulm, heqaret û nepeydakirina qûta zarokan, rewşa xirab û tevlîheviyê hişt ku pêleke nû ya şoreşa azadî û rûmetê dest pê bike. Gel ji kêliyên destpêkê ve xwedî daxwazên siyasî ye ku biryarên navneteweyî; 2254′an, însiyatîfa erebî ya vê dawiyê pêk werin û çareseriya siyasî ya ji bo avakirina dewleta hemwelatîbûnê were dîtin.”

El Nebwanî ku yek ji organîzatorên van xwepêşandanan e, diyar kir ku ji bo berdewamkirina vê zexmê, pêkanîna armacan divê xwebirêxistin zêdetir bibe û got: “Gavên pêş girêdayî pêşketina xwepêşandanan û firehbûna wan li welat in."

Der barê helwesta hikumeta Şamê de jî, El Nebwanî got: "Heta niha rejîmê tu bertek nîşan nedaye. Bêguman ev yek ji ber gelek sedeman rû dide; rejîm li hember mezinbûna xwepêşandanan û pêşwazîkirina gel matmayî maye. Her wiha hin faktorên herêmî û navneteweyî jî hene."

Salih El Nebwanî destnîşan kir ku pirsgirêk ew e ku desthilat û rejîm dev ji destkeftiyên xwe bernade û Sûriyeyê wekî milkê xwe dibîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çareserî tenê bi pêkanîna biryarên navneteweyî, veguhertina siyasî ya aştiyane ya dewleta hemwelatîbûnê pêkan e."

(fr/c)

ANHA