Sûriye, Lubnan û Gabon rojeva rojnameyên erebî yên îro ne

Rojnameyên erebî yên îro bal kişandin ser xwepêşandanên dijberî hikumeta Şamê, aloziya Lubnanê û darbeya li Gabonê.

Sûriye, Lubnan û Gabon rojeva rojnameyên erebî yên îro ne
30 tebax, 2023   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb di hejmara xwe ya îro de cih da xwepêşandanên gel ên dijî hikumeta Şamê û bi sernavê “Dibe ku serhildana sûriyeyiyan dijî Esed vê carê cuda be” nûçeyek weşand. Li gorî rojnameyê, bangawaziyên endamên civakên elewî û duruz ên ji bo hilweşandina rejîmê tiştekî ne ji rêzê ye û dibe ku ji bo muxalefetê guhertinan çêke ku yek di xwepêşdanên 2011`an de tune bû.

Di nûçeya rojnameyê de hat destnîşankirin ku tevlîheviya du hefte ne berdewam dikin, dibe ku sûriyeyiyên di bin zilmê de teşwîq bike û li seranserê welêt belav bibe, yan jî veguhere tevgereke gel, an jî mîna 2011`an çêbûye rejîm bi hêzê li hember daxwazên rewa yên gel bisekine. Di dewama nûçeyê de hat diyarkirin ku welatiyên Sûriyeyê yên ji hemû tayîfa û olan îhtimala yekemîn hêvî dikin.

′TEVGERA DÎPLOMATÎK A AMERÎKA-ÎRANÊ LI LUBNANÊ′

Rojnameya El Cumhuriye jî cih da rewşa Lubnanê. Di nûçeya rojnameyê de bal li ser tevgera dîplomatîk a ji bo Lubnanê hat kiaşndin û hat diyarkirin ku ev yek nîşan dide ku carek din girîngiyê ji bo aloziya Lubnanê tê dayîn, nexasim ku Sekreterê Giştê yê Hizbullahê Hesen Nesrullah duşemê diyar kiribû ku dê welat bi meha Îlonê re li ser asta serokkomariyê bikeve qonaxeke girîng.

Li gorî rojanmeyê, ew yek girêdayî pêşwazîkirina wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullehyan û navbeynkarê Amerîkayê yê lihevkirina diyarkirina sînorên deryayî ya Lubnan-Îsraîlê, Amos Hochstein li Lubnanê ye. Hat destnşankirin ku her du rayedarên hatine pêşwazîkirin dê mijara serokkomariya Lubnanê û mijarên din ên girîng gotûbêj bikin.

LI GABONÊ DARBE

Rojnameya Şerq El Ewset jî bal kişand ser darbeyên li Afrîkayê. Di nûçeyek xwe de diyar kir ku efserên mezin ên artêşa Gabonê yên derketin ser ekranên kendala “Gabon 24” di saetên siharê de ragihandin ku wan hikum desteser kiriye. Di nûçeyê e hat bibîrxistin ku beriya vê yekê, navenda hilbijartinan a hikumetê ragihandibû ku serok Elû Bongo carek din bi ser ketiye.

(fr/c)